Eger tu di bin tehdîta zewaca bi zor be an jî bi zor zewicandî be, tu kare li vir agahdarî u paraztin bistîne

Eger tū bin 18 salî be:

Tū kare xwe bispêre (bi keve têkiliyê) agahdariya bi rêya internetê ji bona paraztina ji ber zewaca bi zor a Mala Qîzan (Mädchenhaus) Bielefeld. Ji ber kū em bi pirgirêkên anonim dihelin, pewiste kū ji agahdariya bi rêya internetê ne tirsehe, kū hin kes bi bihîzin kū tū li alîkariyê digerehe. Her tū tiştên em bikin, emê bi tere xeber din an jî biyar girin. Eger tū bixwaze em karin saziyen li cîhe te şanî te kin. Tū tene li ser gavên kū werne kirin biryar dide. Em alîkarîyê didin te!

Tū kare here saziyeke ji bona agahdariyan ji bona qîzan. Te li wedere agahdarî ū alîkarî bistîne. Eger tū bixwaze jinên pedagog karin bi tere herene rendevūyan. Peşniyariyan te di alîkarî li NRW bibîne.

Tū kare xwe bispêrê malên ji bona paraztina qîzan (alîkarî li NRW). Li wêderê tê ji ber tehdît ū zextan werê paraztin. Tū kare beyî kū kes bibihîze werê hilgirtin. Eger paraztina te li mala te nebe, eva hanê kare beyî erêkirina dayik ū bavê werê bikaranîn.

Tū kare here saziya ji bona ciwanan (Jugendamt). Te li wedere agahdarî ū alîkarî bistîne. Eger tū li mala xwe ne di destên emin debe, Jugendamt wê te bibe cîhe kî nenas ū paraz. Numara telefona Jugendamtê tū kare ji saziya bajerê xwe bi rêya telefonê bistîne. Gelek caran telefona qrîz a Jugendamta heye, kū tū kare lê bigerehe. Bi dilxwazî em karin te bişînin cem pedagogên li cîhe te, ê kū karin bi tere herne Jugendamtê.

Ev alîkarîyên hanê bêperene!

 

Eger tū ji 18 salî mezintir be

  • Tū kare xwe bispêre (bi keve têkiliyê) agahdariya bi rêya internetê ji bona paraztina ji ber zewaca bi zor a Mala Qîzan (Mädchenhaus) Bielefeld. Ji ber kū em bi pirgirêkên anonim dihelin, pewiste kū ji agahdariya bi rêya internetê ne tirsehe, kū hin kes bi bihîzin kū tū li alîkariyê digerehe. Her tū tiştên em bikin, emê bi tere xeber din an jî biyar girin. Eger tū bixwaze em karin saziyen li cîhe te şanî te kin. Tū tene li ser gavên kū werne kirin biryar dide. Em alîkarîyê didin te!
  • Tū kare here saziyeke ji bona agahdariyan ji bona qîzan (alîkarî li NRW).
  • Tū kare here saziyeke ji bona agahdariyan ji bona jinan (alîkarî li NRW).
  • Tū kare xwe bispêrê malên ji bona paraztina qîzan an jî jinan, da kū tū paraztin ū cîhekî bihilgire (alîkarî li NRW).
  • Tū kare here saziya ji bona ciwanan (Jugendamt). Numara telefona Jugendamtê tū kare ji saziya bajerê xwe bi rêya telefonê bistîne. Gelek caran telefona qrîz a Jugendamta heye, kū tū kare lê bigerehe. Bi dilxwazî em karin te bişînin cem pedagogên li cîhe te, ê kū karin bi tere herne Jugendamtê.
  • Tū kare telefonê ji Frauen-Notruf re weke (alîkarî li NRW).
  • Tū kare xwe bispêrê saziya wekhevî (Gleichstellungsstelle) (li hemū belediyan heye)
  • Tū kare xwe bispêrê saziya navkulturî (Interkulturelles Büro) (li hemū belediyan heye)
  • Tū kare xwe bispêrê saziya agahdariya navkulturî (Interkulturelle Beratungsstelle) (alîkarî li NRW).

Ev alîkarîyên hanê bêperene!

 

3 junge Frauen sitzen auf einem Steg am See

Her dem başe kū tū alîkariye ji mamostan, karbendên sosial ū/an jî hevalan bistîne. Bi wan re tū kare rendevūyan çeke an jî bi axive. Bike kū merovên tū bî ū bawerî diaxivê xerentî bidin te kū ewne tişten te ji kesekî dîre nebejin ū bê î te ti gavan ne avejin.

Her dem îmkanên agahdariya bi rêya awuqatan (parêzeran/miheman) heye. Di qrîzên dijwar ū meselên acîlde tū kare bi xwe xeber bide polîsên cîhê nêzîkî xwe. Ew jî saziyên, kū karin cîhekî kū tū lê parêz be organîze bikin, nasdikin.

Eger tū dixwaze hê zêdetir li qanunan hîn bibe, tū kare agahdarîya li ser mercên qanūnî (dadgehî) ji malperên merovên bawermend (Vertrauenspersonen) bistîne.

Ji bona hemū meselan: Tū kare her tim fikir ū alîkarî ji agahdariya bi rêya internetê ji bona paraztina ji ber zewaca bi zor bistîne. Em ji bona vê hene!