Agahiyn li ser Swirmediya-Online

Keçik û jinên ciwan wê ji bo parastina ji zewaca zorê alîkarî û agahiyan ji Şêwirmendiya-Online bistînin. Keçik dikarin bi rêya E-Mail, chatên kesî an jî komî di çarçoveyeke bistar de (SSL Verschlüsselung) serî li me bidin. Heke pêdiwî hebe, derfet heye, ku bi rêya telefonê an jî şexsî bişêwirin.

  • Em şîretkariya anonîm dikin. Ev tê wateya, ku keçik çi ji me re binivîse an jî bêje, emê di wê çarcovê de û veşartî tevbigerin. Wê tu kes fêr nebe, ku persona li alîkariye digere, bi me re ketiye têkiliyê. Bêyî riza û erêkirina kesa/kesê têkildar em tu biryara nadin.
  • Heke keçik/jinên ciwan zêdetir di rewşeke krîzwarî de pêdiwiya wan bi alîkariya konkret hebe, li ser daxwazê emê li cihê wan, şêwirmendiyê û bicihkirina bistar ji wan re peyda bikin.
  • Em alîgirê keçik û jinên ciwan in. Li cem me tenê jin dixebitin. Ji bo alîkariyê bi keçik û jinên ciwan re bikin, hemû şêwirmendên me xwedî gelek ezmûn in.
  • Em bi almanî, tirkî û kurdî diaxivin.
  • Bersivadayîna E-Mail an di nava 3 rojan de pêk tê.
  • Gava pêdiwî hebe, keçik û jinên ciwan dikar in E-Mailan bi erebî, fransi û albanî jî binivîsin. Bi xebatek hevbeş a bi xizmetkariya wergerê (Dolmetscherdienst) (bi star û anonîm) re dê li ser van E-Mail an bê şixulandin. Bersivdayîna van serlêdana di zûtirin demê de wê pek bê, lê hinek zeman ji wan re hewce ye.
  • Em ji xort û merên ciwan re, ku bi zewaca zorê tên tehdîtkirin, saziyên şêwirmendiyê yên destdayî peyda dikin.
  • Li ser cihê Şêwirmendiya-Online (Ondine-Beratungsstellen) em di dibistan û saziyên din de (mînak: Organîzasiyonên penaberan) ji bo keçikan civînên agahdariyê li dar dixin. Heke pêdiwiya we hebe serî li me bidin.

 

5 gut gelaunte junge Frauen, die an einer Straße sitzen

Li ser binbar (Träger): “Mädchenhaus Bielefeld e.V.” komelegeh ji bikaranîna giştî re vekirî ye û başkirina şertên jiyanê ji bo keçik û jinên ciwan ji hemû aliyên jin yanê ve, ji xwe re kiriye hedef. E komel, wek alîgira keçik û jinên ciwan ku di rewşeke xeter û krîzê de û binbara alîkariya ciwana ku teklifên alîkariyê dibe, pêz bet û hat naskirin.

Di çar beşên Mädchenhaus Bielefeld e.V. de, keçikê bi çand civak û kultura xwe ji hev cûda-cuda, şêwirmendî, alîkarî, star û îmkanên bicihbûna demdirêj dibînin. Ev beş: Cihê şêwirmendiyê (Beratungştelle), Şêwirmendiya-Online ji bo stara ji zewaca zore (Online-Beratung zum Schutz vor Zwangsheirat), stargeh (Zufluchtstätte) û bicihbûna bi xwedîder ketin (Betreutes wohnen). (Agahiyn dn li ser komel: www.maedchenhaus-bielefeld.de)