PSNIYAZN HELWESTGIRTIN

 

Me ji tecrûbeyên xwe yên bi keçik û jinên ciwan re, ku bi zewaca zorê hatin tehdîtkirin, ji bo wan kesên di bin tehdîta zewaca zorê de, ji bo kesên pispor û personên alîkariyê (mînak, xaltîk, metik, dotmam, jinbir, jintî, mamosteyên pêbawer) me pêşniyazên çalakî û tevgerê formûle kirin. Em van înformasiyonan wek alîkariyekê, bo nîşandana rêyekê û dayîna agahiyan dibînin. Bi vî awayî bo keçik û jinên ciwan, ku dibin tehdîta zewaca zorê de ne, alîkarî bê kirin û alternatîf dikarin werin nîşandan.

 

ÇÎROKEKE HER KEÇIKEKÊ Û REWŞEKE WÊ A ŞEXSÎ HEYE

Eine junge Frau sitzt in einem Bus, zu sehen ist nur ihr Gesicht

Di pêvajoyê alîkarî û şêwirmendiyê a ji bo tehdîta zewaca zorê de tiştê giring ev e, ku rewşa şexsî a keçik û jinên ciwan- yên ev tişt bi serê wan de hatî- cidî bê girtin û reaksiyonek hesas bê nîşandan. Jê zêdetir hewce ye bi sebir û zaneyî danûstandin pêk werin. Hay jê hebin, ku kiryarên bêwext û biryarên lezgîn dikarin rewşa keçikê xerabtir bikin. Piranî pilanê zewacê tên ragihandin. Keçik berî biqewîmê nîşaneya werdigrin.

Agahiyên mumkûn li ser zewaca zorê ev in:

  • Keçik bi tiştina dihese, ku di nêzîk de qewmînin nexweş dê rû bidin
  • Ji ber ew mezin bûyî ye, di jinewariyê de pêşketin pê re çêbûne, divê biterse û bo xwe fikaran bike, ku di nêz de bê zewicandin
  • Guhdarbûnek balkêş li ser wê xuya dike, xelatên taybet werdigre- mînak wek libasên nû û gustîlek
  • Pir mêvanên xerîb tên an jî ziyaretên sererast ji aliyê xizman ve pêk tên
  • Jiyana wê a rojanê tê bisînorkirin, mînak; nahêlin êdî here dibistanê
  • Ew tê tehdîtkirin û zext lê tên kirin
  • Metirsînek dîrek li pêşiyê ye, nîşanên şidetê li ser bedena wê hene

DI REWŞEKE WISA DE HEWCEYIYA KEÇIKAN Û JINÊN CIWAN BI KESEKÎ BISEBIR HEYE, KU LI WAN GUHDARÎ BIKE.

Rêgezên li jêr yê sohbete wê bibin alîkar û divê li ber çav bên girtin:

  • Divê hûn pêşî bo keçikê an ji jina ciwan sebir, weşartin û alîkariya misoger bikin
  • Di şêwirdariyê de lihevkirin û vekirîbûn tiştên girîng in û her gava bê avêtin divê bên axaftin
  • Bo qebûlkirina nirxên xwe zorê li keçik an jî jina ciwan mekin(ango zorê li keçikê mekin, ku fikrê we qebûl bike). Vekiri bêjin, ku tu biryar ji sêrê xwe nayên dayîn û hemû gavên bên avêtin wê bi wan re bên axaftin
  • Di rewşeke tehlûke de, ku tê de alîkarî ji we re hewce be, divê hûn bixwe alîkarî û şîreta ji şêwirdariya-online bo starê ji zewaca zorê werbigrin

 

Eine junge Frau mit dunklen Haaren, zu sehen ist nur ein Teil ihres Gesichts

Bi taybet hevdîtina bi malbat û nasan re bi pirsgirêk e. Heke keçikek nexwaze vegere nav malbata xwe, divê di gava yekem de li deverek bi ewle were bicihkirin. Diyaloga bi malbatê re û hevdîtinên navbeynkariyê ji vê demê û pê ve, di pileya duyem de ne. Keçik gelek caran ne hêviya wan heye û ne jî bawer dikin, ku di malbatê de tiştên bên guhertin. Ew ji dê û bav û nasên xwe bawer nakin û ji wan ditirsin. Van tirs û gumanên keçikan dive hûn pir cidî bigrin. Gelek keçik naxwazin, ku polîs tevlî karê wan bibin. Dema polîs xênî terk bike, tu parastin bo wan nikare bê kirin. Divê hûn xwe li dij qehr, zext û şideta malbatê ragirin. Di encama ziyaretiya daîreyên fermî, wek polîs, daîra ciwana û dibistanê de, ew bêhtir ji aliyê malbata xwe ve tê kontolkirin, nîqan dikin stuyê wê û xirecirek mezin li dora wê radikin(ango gava hîn keçik di nav malbata xwe de ev ziyaret pêk bên).

Navbeynkariyên bi „niyeta baş“ ku di navbera keçik û malbata wê de tên kirin bi xwe re encamên ku nayên ragirtin tînin, piştre eziyetek pirtir dikşînin. Lewma wek kesên pêbawer di gava pêşî de alîkarî û piştgiriyê werbigrin! Lihevkirina bi şêwirdariya – online a bo parastina ji zewaca zorê an jî daîra ciwana re hewce ye û alîkarîdar e.

PSNIYAZN HELWESTGIRTIN

Bo têkilî û danûstandina bi keçik û jinên ciwan re, ku dîrek û îndîrek rastî zewaca zorê hatine, em ji bo komen pîşeyî û personên piştgiriyê yên bi serê xwe, van informasiyon û rêgezên li jêr pêşniyaz dikin:

Mamoste û hevkarkerên karê ciwanan ê vekirî divê li ser şik û agahiyên zewaca zorê bi awakî nerm û rehet bi keçikê re biaxivin û baweriya wê bi xwe bînin. Gerek danûstandinek aqilane bi keçikê re bê kirin û li ser metodên konkret lihevkirin çêbibe. Sir(veşartîbûna wê) û îtimada keçikê biparêzin!

Gava hûn ji bo pêşketinên li ser mijarê, înformasyona bi personên di re(wek daîra ciwana û pisporan ûhw.) biaxivin agahiyên keçikê yên şexsî nebêjin. Malabata wê agahdar nekin lewre dibe – wek berê hatibû gotin- encamên xerab bo keçika rastî zewaca zorê hatî, bi xwe re bînê. Parastina keçikê berî her tiştî ye!

Derfetên çalakiyan yên daîra ciwana hemû derfet û îmkanên alîkarî û piştgiriya ji bo zarok û ciwanan yên zagonî di nav xwe de dihewîne. Divê, sohbetê şêwirdariyê yên bi keçikê re, bi kesên ku ew li wan ewle (mînak; hevkarkerên daîra şêwirdariyê, mamoste an jî hevalên wê) re, dest pê bikin. Heke dê û bavê keçikê xwe ji axaftinê re amade bidin xuyakirin, dikare ji wan re bê nîşandan, ku rewşa keçikê di xeterê de ye. Eger hewce be, personekî navbeynkar ji derdora çanda wê (buroya interkulturel, personên ji şaryariyê û nasên wê, ku piştgiriya keçikê bikin) dikarê di sohbeta bi dê û bavê wê re bê tevlîkirin.

Li vir hestyariyek taybet hewce ye: Divê biryara keçikê, ku naxwaze bi dê û bavê xwe têkiliyê deynê, bi ber çav bê girtin (mînak; di sohbetên navbeynkarî-ronîkirinê de).

 

Mädchengesicht im Profil, um den Kopf trägt das Mädchen ein Tuch

Gava şêwirmendî tê kirin, divê bi keçikê re, li ser rewşa wê a nav malbatê bê axaftin. Gerek ji keçikê re derfetên cur bi cur bên nîşandan û têra wê zeman bê naskirin, ku li ser sedemên ji mal bazdayî ye bifikire û tefekûr bibe. Hewce ye pê re bê zelalkirin, bê wê çi bi qewimê, gava ew biryara şikandina têkiliyên bi malbatê re bidê. Piştî keçik ji mal baz bide, danîna têkliya bi malbatê re belkî dikare jiyana wê bike xeterê.

Gelek caran kesên rastî vî tiştî hatine dizanin, ku bi rengekî dizî bêyî têkilî bi malbatê re hebe dikarin jiyana xwe bidomînin. Pêwist e eşkere be, ku hevkarkerên daîra ciwana wê piştgiriya keçikê bikin û dixwazin û karin wê biparêzin. Her derfeta piştgiriyê divê bi keçikê re bê axaftin û biryar bê dayîn.

 

Das Gesicht einer jungen Frau, die mit ihren Händen ein Herz formt

Heke bazarên bi malbata keçikê re bi ser neketin û keçik pê hesiya, ku zext û sidet ê berdewam be, li gor xala 42´an a Zagona Sosyal bi rêya daîra ciwana keçik dikare li starcihan, an jî demî li cem kesên destdayî an jî saziyan bê bicihkirin. Ev gav mecbûr bi keçikê re bê zelalkirin. Li vir a girîng ev e, bê ma cihê keçik lê bimînê çiqasî misoger û destdayî ye. Pir caran keçikên tementijî, ku di bin tehdîta zewaca zorê de ne, ji bo starê li malên jinan tên bicihkirin. Belkî bo keçek 18 an ji 20 salî ev mal ne destdayî bin, lewre dibe ku pêdivî û guhdarbûna keçikên wisa ciwan li vir tam pêk neyên û têr li wan neyê nêrin.

Mecbûr çareseriya herî baş a şexsî bo keçik an ji jina ciwan bê dîtin û bikaranîn. Mafê wê a jiyanek ew bineqîne a bê şîdet heye.

ÇEP / LI NRW ALKAR

Heke li cihê hûn lê dimînin alîkarî û înformasyonên zêdetir ji we re hewce bin, li vir hûn e lîsteyek navnîşanan a berfireh bibînin: Links + li NRW alkar. An jî bi rêya şêwirdariya-online serî li me bidin.