Agahdarî ji bona qîzan

Türkisch Albanisch Englisch Arabisch Deutsch

 

Li ser me

Em alîkarî didin hemū qîzan ū jinên, kū di zehmetî ū qrîzê dene ū ên kū li agahdarî, alîkarî ū paraztin dixwazin! Li cem saziyeke agahdarî, cîhekî (mal) ji bona paraztinê ū malkomekê em herweha agahdariya bi rêya internetê (Online-Beratung) amade dikin. Koma me heta niha alîkarî daye gelek qîz ū jinan ū li ser dertt ū pirsgirêkên mesela zewaca bi zor bisporin.

Di saziya agahdarîya me î bi rêya internetê ji bona paraztina ji ber zewaca bi zor jinên di navbera 35 ū 50 salî, ê kū ji nava kulturên cūde tên ū karin bi elmanî, tirkî ū kurdî biaxivin, dixebitin.

Ji ber kū em bi būroyeke tercūme bi êmin re dixebitin, e-mailên bi erebî ū bi zimanê arnawutî karin werne nivîsandin. Ev e-mail wê werne tercūmekirin. Kesên kū xwe bispêrin me karin emin bin, kū em agahdariya wan nadin kesên din. Em bi awaîkî anonîm agahdardikin. Ji ber kū koma me ū tercūman sozdarên sirêne, ti kes jixeberdanên me nabihîze.

Emê di standina biryara te î bi serxwe ji tere alîkar bin

  • eger tū li ser planên xwe î peşerojê ne emin be
  • eger plana te î jîyanê ji ya dayik ū bavê te cūde be
  • eger tū bitirs be, kū dayik ū bavê te te beyî riza te bizewicenin
  • eger tū herweha li dijî riza xwe hatibe zewicandin

Alternatif ū çare hene! Merovên kū karibin ji tere alîkarbin, duruma te fehm dikin ū kultura te qebul dikin hene!

Tū hêvîdarî kū merovek hebe, kū

  • te ū tirsên te fehm bike ū ji tere alîkar be?
  • te ū daxwaz ū planên te î ji bona pêşerojê cidî bigre?
  • tū karibe bi awawîkî vekirî li ser hemū tişti xeber bide?
  • karibe ji tere di dîtina biryara herî baş de alîkar be?

Bi cesaret be ū gava pêşi baveje! Em ji bona te amadene. Emê bi hevre carê kê bibînin – nexem duruma te çiqasî li gora te bêçar be. Heke tū bixaze, em karin cîhekî paraz ū nenas, î kū ji tehdît ū zext parztî be, ji tere bibînin.

Herweha ciwan ū zilamên ciwan jî hene, ê kū di bin tehdîdata zewaca bi zor dene. Eger tū xwe mina yekî ji vanan dibîne, tū ji kare xwe bispere me. Elbet emê ji bona dîtina saziyên bicîh bi tere alîkar bin.

Na ji bona zewaca bi zor! Em alîkarin!

zum Seitenanfang

 

 

Zewaca bi zor çiye?

Zewaca bi zorê ewe, wexta bav, dayîk an jî malbata te biryar bidin tuyê bi kêre bizewicê, an jî tū qet nexwaze bi zewice an jî tū nexwaze bi mirovekî kū ji tere hatî didin re bizewice. Di zewaca zorêde kes li xwesteka te napirse, ma gelo tu dixwazê bizewicê an jî tū ji kîjan merovIî hez dike.

Zewaca bi zorê ewe, kū tū naxwaze bizewice, te razîbuna xwe ne dabe, li te zext werne kirin ū tū zorê li ser xwe his bike.

Mafê te heye, kū tū biserxwe qerar bide kū tê zewicê ū bi teybet bi kêre bi zewicê. Pewiste kū di nava hezkirin ū zewacê de zext ū zor nebin! Tū eleqê zewaca bi zor bi olê re nîne!

Eger tū bi dilêxwe ne zewice, heye kū malbata te zext li ser te bike. Malbata te wê bike kū tū bi zewicê. Şekil van zextan cūdeye, di navan van de ev hene:

  • Dayik ū bav, xūş ū bra an jî mirovên dî ji malbatê sucdar dikin, kū te şeref/namus wan lewitand
  • Şantaj (xeydî, bi hevre xeber nedan, qedexekirina derketina derve, qedexekirina qontaxê, nedana peran)
  • Gotina sixêfan (xeberên ne baş) (tū qahbî, tū orispiyî)
  • Tehdîtên, kū te bibin welatê dayik ū bavê te
  • Zexta fizîkî ū/an jî cinsî (tehdîta lêdanê, lêdan)

Zewaca bi zor an jî zewaca aranje (bi biryar)?

Naskirina ferqa zewaca bi zor ū zewaca aranjekirî her tū ne hesaniye. Noqte ke ji bona naskirina ferqa navbera van de ewe, kū gelo zext li ser te têne kirin ū kū mafê te heye kū tū bê ‚na’. Zewaca bi zor hingî li holêye, gava tū vî tiştî weke zextekî his bike. Yanî her kes bixwe qerar dide, kū kengî di duruma wan de zewaca bi zor li holêye.

Bi vê awayê, tiştekî kū di nerîna dayik ū bavê te de „zexteke pir nerm“ be, kare li gor te zext an jî zor be. Hinek qîz ū kur hene, kū qebūl dikin, kū dayik ū bavê wan ji wan re jinê an jî mêr bibînin. Lê bes qerara dawî ya waye. Di zewaca bi zor de zewac li dijî biryara būk an jî zava tê girtin. Zextên dijwar têne bi karkirin ū neqebulkirin karê encamên pir xerab bi xwer bine.

zum Seitenanfang

 

 

Çi ji min dibe?

Sinyalan cidî bigre! Gelek caran wusaye, kū planên zewacê têne îlankirin. Berî kū ev plan werne bikaranîn, tū karê alîkariya me bistîne!

Tiştin tuhaf (ne normal) li hwirdorê te çê dibin ū tū nizanê kū tū kîjan awayi reaksion bide. Dayik ū bav ū merovên din ji malbata te îda gelek caran xeberên xweş, mina „Elîf´a me î bicūk êdî būye jin, ū hê bêhtir xweşik ū gihayî būye.“ dibejin te. An jî ev tişt dibe: berî tahtîla havînê pir tişt ji tere tene kirîn ū dayik ū bavê te dixwazin bi tere biçin welatê we.

Sedemên kū dayik ū bav hilbijaritina merekî ji qîza xwere ji xwere ji xwere wek maf ū gorev dibînin gelekin.

Fikir ū ramanên dayîk ū bavan li ser daxwaziya zewancandina zarokên wan bi merovekî ew dixwazin cūdene.

Carna dayik ū bav ji wendakirina namusê ditirsin. Dema çaxê zewaca geçê hat, lê bes ew nexwaze bikeve hevaltike cinsî cidî (an jî zewac) an jî hevalê wê hebe, yekî kū dayik ū bav qebūl nakin, malbat ji wendakirina kecikbūna qîza xwe ditirsin.

Carna mesele ewe kū, dayik ū bav ditirsin kū qîza wan li hemberê wan bê hūrmet bibe; ew dixwazin kū tesîra wan li ser qîza wan berdewam bike. Dema kū qîza wan bi zilamekî xerîb an jî yekî ji kultureke din ū oleke din hevaltî (dostanî) bike, ew ditirsin, kū ji ber vê tesîreke ne baş li ser qîza wan çebe ū bikeve nava kultura rojavayê.

Bi zewaceke bi lez ew dixwazin kū qîz hūrmetê ji bona otorîta bav bigre ū her weha bi kultura xwe ve girêdin. Daxwazî ewe kū qîz bi rêya zewaceke zu dîse werê ser rêya rast.

Lê bes belkî fikir ū ramanên te li ser jîyana te cūdene. Belkî tū dixwaze bizewice, lê belkî ne vê demê ū ne bi zilamekî re, kū tū nas nake ū jê hez nake!

zum Seitenanfang

 

 

Kaosa hîsan?

Dayika te gelek caran ji tere pir mūhîme. Dema qerarên girande ew ji bona alîkare, dikete navbera te ū bavê te de. Car carna te ji bavê te parêz dikir ū bi vê sêdemê tiştne te ji bavê tere ne digot, yanî dihiland.

Heye kū tū neha li dijî dayika xwe bi hêrs be, ji ber kū bavê te bi şahî îlan dike, kū ji tere mêrekî kū pewiste tū pêre bi zewicê dîtiye – ū dayika te xwe paşve kişandiye an jî li lêhê te mūdahale nake, bê çare maye.

Dayike te dibeje, kū dayik ū bav her tūm ya herî baş dixwazin. Ū kū normale kū ew mêrekî ji bona te re bihilbijêrin. Belkî dayika te nikare an jî naxwaze te fêhm bike, te cidî nagire. Ji bona dayika te ramanên ferdê malbatê ū cîranan pir giringe, lê bes di vê rewşêde bendewariya te ew bū, kū dayika te ji tere alîkar be.

Ji bedêla wê de tū hîş dike, kū tū ji aliyê dayik ū bavê di bin zext deyî. Dixwazin te bizewicenin ū vêya hane dixwazin bi rêya cezayên mina xeydê, xeberên ne baş (sixêf), lêdan an jî tehdîtê bi kar bînin.

Tū hîs dike, kū

  • ji bona têkilahiyê dereng bū, kes êdî hew karê ji minre bibe alîkar. Çare nîne
  • tū fedî dike, kū tiştek wūsa dibe, kū dayik ū bavê te, ê kū baweriya te bi wan hebū, tiştek wusa bi te dikin
  • tū dixwazê vêya hanê jibîr bike ū êdî hew li ser bifikire
  • tū li töre xwe xayîn dibe. Tū naxweze, kū merov li ser dayik ū bavê te ne baş xeber bidin
  • tū ji malbata, kū tū hes jê dike, te red dike. Tū naxwaze li derveyi malbatê bimîne. Tū dixwaze kū tū jiyana xwe weke berê berdewam bike
  • tū tenê bimîne
  • tū bê ceger bimîne ū tū nikaribe vê qahrê bikşîne
  • kes guh nade „na“ ya te ū hūrmetê nîsanî te nake

„Xema min bū, kū dayik ū bavê min qeherîn an jî merov li ser min xeber bidin. Lêbelê min zanîbū, kū pewiste kū ez egoist (ezperest) bim, ji bona kū ez dilxweş bibim. Ne pewist bū, kū ez dayik ū bavê an jî wî dilxweş bikim.“ (ji: ´Zur Heirat gedrängt’, peyam ji Behare, 22 salî, bî, di: „Zwangsheirat. Lebenslänglich für die Ehre“, Terre des Femmes e. V., 2006)

Ne mafê ti meroviye, kū te bi zor bizewicenin! Mafê te ye kū ti serbixwe bîyarî bide kū tū dixwaze bizewicê ū bi kîjan mirovî re bizewicê! Zewaca bi zext ū zorê di hemū olade qedexeye!

zum Seitenanfang

 

 

Encamên zewaca bi zor

Belkî plan ū ramanên te ji bona peşeroja te hene, ê kū tū nikaribe di zewaca bi zorde bijî. Mesele dibistan ū meslek ji tere giringin. Çê dibe kū piştî zewaca te ji te werê xwestin kū dev her tiştî berdê. Encama vê ewe, kū îmkanê te ji bona karê kî, kū tū bê pere bi dest bixe, kêm dibin. Ji bêr vê tū zêde mecbūrî zilamê xwe ū malbata wî dibe.

Belkî tū fikire, kū tū dūv zewaca xwe re tê malake xwe gire. Tū hêvî dike, kū tū qanūn ū qaîdên malbate xwe azad bibe. Belkî jî berî daweta/zewaca te pir soz ji tere dane. Lêbelê pir caran tū mecburî rêzik ū daxwaziyên nū bîne cîh. Heye kū li gorî daxwaziya zilamê xwe ū malbata wî mala xwe barke bajar an jî cîhekî din. Bendewaiya wan ewe kū ji xebera wan dernekeve ū di bin emirên wan de be. Heye kū êdi tū nikaribe hevalên xwe bibîne ū tū nikaribe ji mal derkeve derve. Pewiste kū mezinkirin ū edebiyata zarokên te ji merovne din werê bikaranîn.

 

Dema kū tū zewicî, heye kū ji te tê werê xwestin, kū tū ji zilamê xwe re ji bona razandinê (seksuel) amade be. Gava tū nikaribe an jî nexwaze, ji ber kū tū jê hes nake, heye kū ew bixwaze vêna hanê bi zext ū zor bikar bine. Heye kū encamên vî tişti ji bona te pir giran bin. Herweha heye kū tū nikaribe tirsa her roj ya ji mecbūrbūna razandina bi wîre ū lêdanê hilgire.

Heye kū di encamde tū dilxemgin ū neçar be an jî destgiredayî hîs bike. Dayik, xūşk ū brayê te an jî merovê din, ê kū tū li wan eminî an jî bawerî anî, hew karin alîkariyê bidin te ū te biparêzin, ji ber kū naxwazin mūdahale î malbata an jî zewaca bikin. Ew dibejin, kū mafê zilamê teye, kū tişta li gorî ramên wî rast bin bikar bîne. Yanî zilamê te kare bêyi te tūm biryaran bide.

Pir qîz hin bi hin bêdeng, dilxemgin ū depresiv dibin. Pir caran nexweş dibin ū ser ū hinavên/ūrên wan diêşin. Hinek ji wan pir xwarin dixwin an jî qahr naxwin an jî xwe bi xwe birîndar dikin. Hinek qîz heqa dilxemgîn dibin, kū xekujî wek çara dawî dibînin.

zum Seitenanfang

 

 

Mafên te

Tū li ser zewaca xwe biryar dide!

Mafê ti kesî – dayik ū bavê te an jî malbata te (!) - kū te bi zext ū zor bizewicene.

Zewacên bi zor li dijî mafên merovaye, ê kū îro li hemū dewletan hatiye qebulkirin. Tabî kî evê hanê di nava qanunên alman î ên bingih (Grundgesetz) qedexene.

Li gora qanunên elman î ên bingih (Grundgesetz) zewacek tene bi biryareke azad ū serbixwe ên merovên kū dizewicin kare were kirin.

Ji emr ū endametiya dewleta te cūda: Zewaca bi zor nikare bi rêya ti erf ū adet ū olan were biryarkirin!

 

Zewaca bi zor suce!

Qanunên elman yên ceza li her kesî –malbata te jî- qedexe dike, kū te bi tehdîtên zextê an jî bi zext te bi zewicenin.

Rūyên zextê cūde ne:

  • eger lêdan ū/an jî îşkence li te werê kirin
  • eger tū sxêfan bigre, werê bicūkkirin ū tehdîtkirin
  • eger tū werê hepiskirin
  • eger tiştên ji jîngirîngî mahrum be (weke xwarin, tendrustî, dibistan)
  • eger girtina meslek li te qedexe be

 

Tiştên kū pewiste tū bene ber çav, gava tū ji bona demekê ji Elmanya derkeve

Eger tū ne hevwelatiya dewlata Elman be, ev agahdarî ji bona te gelek mūhîmin:

Eger mafê teyî maina li Elmanya bi Aufenthaltsgenehmigung hebe ū dayîk ū bavê te bixwazin te li welatê xwe bizewicênin, girînge kū tū di nava şeş mihande vegere Elmanya, ji ber kū naxwe mafê teyî maina li Elmanya (Aufenthaltsgenehmigung) di qedêhê.

Di dawayên teybetî de saziya xerîban (Ausländerbehörde) ya bajarê te kare dema vêya hane direjke (§51 Aufenthaltsgesetz).

Eger tū di bin tehdîta zewaca bi zor be an jî bi zor zewicandî be, tū kare li vir agahdarî ū paraztin bistîne

zum Seitenanfang

 

 

Hêke bi zewanca zorê bê tehdîtkirin an jî bi zorê hatibe zewicandin, tu dikarî çi bikî

 

Eger tū bin 18 salî be:

  • Tū kare xwe bispêre (bi keve têkiliyê) agahdariya bi rêya internetê ji bona paraztina ji ber zewaca bi zor a Mala Qîzan (Mädchenhaus) Bielefeld. Ji ber kū em bi pirgirêkên anonim dihelin, pewiste kū ji agahdariya bi rêya internetê ne tirsehe, kū hin kes bi bihîzin kū tū li alîkariyê digerehe. Her tū tiştên em bikin, emê bi tere xeber din an jî biyar girin. Eger tū bixwaze em karin saziyen li cîhe te şanî te kin. Tū tene li ser gavên kū werne kirin biryar dide. Em alîkarîyê didin te!
  • Tū kare here saziyeke ji bona agahdariyan ji bona qîzan. Te li wedere agahdarî ū alîkarî bistîne. Eger tū bixwaze jinên pedagog karin bi tere herene rendevūyan. Peşniyariyan te di alîkarî li NRW bibîne.
  • Tū kare xwe bispêrê malên ji bona paraztina qîzan (alîkarî li NRW). Li wêderê tê ji ber tehdît ū zextan werê paraztin. Tū kare beyî kū kes bibihîze werê hilgirtin. Eger paraztina te li mala te nebe, eva hanê kare beyî erêkirina dayik ū bavê werê bikaranîn.
  • Tū kare here saziya ji bona ciwanan (Jugendamt). Te li wedere agahdarî ū alîkarî bistîne. Eger tū li mala xwe ne di destên emin debe, Jugendamt wê te bibe cîhe kî nenas ū paraz. Numara telefona Jugendamtê tū kare ji saziya bajerê xwe bi rêya telefonê bistîne. Gelek caran telefona qrîz a Jugendamta heye, kū tū kare lê bigerehe. Bi dilxwazî em karin te bişînin cem pedagogên li cîhe te, ê kū karin bi tere herne Jugendamtê.

Ev alîkarîyên hanê bêperene!

 

Eger tū ji 18 salî mezintir be

  • Tū kare xwe bispêre (bi keve têkiliyê) agahdariya bi rêya internetê ji bona paraztina ji ber zewaca bi zor a Mala Qîzan (Mädchenhaus) Bielefeld. Ji ber kū em bi pirgirêkên anonim dihelin, pewiste kū ji agahdariya bi rêya internetê ne tirsehe, kū hin kes bi bihîzin kū tū li alîkariyê digerehe. Her tū tiştên em bikin, emê bi tere xeber din an jî biyar girin. Eger tū bixwaze em karin saziyen li cîhe te şanî te kin. Tū tene li ser gavên kū werne kirin biryar dide. Em alîkarîyê didin te!
  • Tū kare here saziyeke ji bona agahdariyan ji bona qîzan (alîkarî li NRW).
  • Tū kare here saziyeke ji bona agahdariyan ji bona jinan (alîkarî li NRW).
  • Tū kare xwe bispêrê malên ji bona paraztina qîzan an jî jinan, da kū tū paraztin ū cîhekî bihilgire (alîkarî li NRW).
  • Tū kare here saziya ji bona ciwanan (Jugendamt). Numara telefona Jugendamtê tū kare ji saziya bajerê xwe bi rêya telefonê bistîne. Gelek caran telefona qrîz a Jugendamta heye, kū tū kare lê bigerehe. Bi dilxwazî em karin te bişînin cem pedagogên li cîhe te, ê kū karin bi tere herne Jugendamtê.
  • Tū kare telefonê ji Frauen-Notruf re weke (alîkarî li NRW).
  • Tū kare xwe bispêrê saziya wekhevî (Gleichstellungsstelle) (li hemū belediyan heye)
  • Tū kare xwe bispêrê saziya navkulturî (Interkulturelles Büro) (li hemū belediyan heye)
  • Tū kare xwe bispêrê saziya agahdariya navkulturî (Interkulturelle Beratungsstelle) (alîkarî li NRW).

Ev alîkarîyên hanê bêperene!

 

Her dem başe kū tū alîkariye ji mamostan, karbendên sosial ū/an jî hevalan bistîne. Bi wan re tū kare rendevūyan çeke an jî bi axive. Bike kū merovên tū bî ū bawerî diaxivê xerentî bidin te kū ewne tişten te ji kesekî dîre nebejin ū bê î te ti gavan ne avejin.

Her dem îmkanên agahdariya bi rêya awuqatan (parêzeran/miheman) heye. Di qrîzên dijwar ū meselên acîlde tū kare bi xwe xeber bide polîsên cîhê nêzîkî xwe. Ew jî saziyên, kū karin cîhekî kū tū lê parêz be organîze bikin, nasdikin.

Eger tū dixwaze hê zêdetir li qanunan hîn bibe, tū kare agahdarîya li ser mercên qanūnî (dadgehî) ji malperên merovên bawermend (Vertrauenspersonen) bistîne.

Ji bona hemū meselan: Tū kare her tim fikir ū alîkarî ji agahdariya bi rêya internetê ji bona paraztina ji ber zewaca bi zor bistîne. Em ji bona vê hene!

zum Seitenanfang

 

 

Teklîfa/pêşkêşiya me

Şêwirdariya – online

  • Gava tu bi zewaca zorê bê tehdîtkirin an jî bi zorê hatibe zewicandin, tu dikare ji vir şêwirmendî û piştgiriye werbigrê
  • Bo parastina ji zewaca zorê tê ji cem me înformasiyon û piştgiriya belaş bistînê
  • Tu dikare li vir bi awayekî veşartî di derbarê zewaca zorê de şêwirmendiyê werbigre. Çi tiştên tu ji me re binivîse an jî bêje wê li cem me veşartî bimînin. Gava tu nexwaze wê tu kes nizanibe, ku tu bi me re di têkiliyê de yî (şertên bikaranînê)
  • Em dikarin bo te li devera tu lê dimîne cihekî şêwirdariyê ê destdayî peyde bikin. Heke tu di xeterê de be, em ê alîkariyê bidin te, ku cihekî mayînê ê bi star û veşartî bibînê
  • Em ji bo te li vir in. Li cem me tenê şêwirdarên jin dixebitin, ku bo piştgiriyê bidin keçik û jinên ciwan yên di rewşa xeter û krîzê de xwedî gelek tecrûbeyên pîşeyî ne
  • Bi xwezayî em şêwirmendiyê bo xortan jî dikin û saziyên destdayî ji wan re peyde dikin
  • Înformasyon bi gelek zimanan di xizmetê de ne: bi almanî, tirkî, kurdî, erebî, ingilîzî û albanî. Em bixwe jî bi almanî, kurdî û tirkî diaxivin. Bo zimanên din em wergeran bi kar tînin

 

Hûn bi telefonê jî karin xwe bighînin me!

Numroya telefonê: 05 21 / 5 21 68 79

  • Duşem: 9.30 - 16.30, 13.00 - 14.00 Chat
  • Çarşem 9.30 - 13.30
  • Pêncşem: 12.30 - 17.00, Chat: 15.30 - 16.30
  • În: 9.30 - 13.30

Bi xwezayî em ê şêwirmendiya xizm û kesên pêbawer yên keçikan û wilo jî alîkarên profesyonel (Pedagogên sosyal, dayîn, mamoste...ûhw), ku bi vê mijarê ve elaqadar û li şîretan digerin, bikin.

 

Civînên agahdarkirinê

  • Dibistanan
  • Navendê ciwanan
  • Navêndê malbatan
  • Projeyên keçikan
  • Komên karkeran

Heke hewce be hemû saziyên navborî dikarin serî li me bidin.

zum Seitenanfang

 

 

FAQ

Li vir lîsteya FAQ heye. Ev tê wateya "frequently asked questions", ango bi almanî "pirsên gelek caran tên kirin".

Ev ew pirs in, ku ji aliyê kesên zewaca zorê bi sêrî de hatî û kesên bi wan ve girêdayî ve, tim û tim derdikevin holê ne. Gava pirsin ji bo te girîng derkevin holê an jî tu bixwazî tiştina temam bikê an pê ve zêde bikê, tu jî karê xwestekên xwe bi me re parve bikê û ragihîne.

Ji bo vê, mailekê li ser vê navnîşanê ji me re bişîne: zwangsheirat@maedchenhaus-bielefeld.de

 

1. Heke ez Alîkariyê bixwazim, bêyî ku dê û bavê min pê zanibin ez dikarim serî li kê bidim?

  • Tu dikarî pêşî serî li me, yanî şêwirdariya – online bo parastina ji zewaca zorê, bidê. Ji ber em ê pirsgirêkan veşartî bigrin dest, hewce nake li ba şêwirdariya – online tu fikaran ji xwe re çêbikê. Gava tu bixwaze, tu kes wê pê nizanibe, ku tu alîkariyê werdigre. Çi tiştên em bikin em ê bi te re biaxivin. Li ser daxwaza te em ê li cihê ku tu lê dimînê îmkanên şêwirdariyê pêk bînin. Tê bi serê xwe biryara tiştên bên kirin bidê û em ê pê re piştgiriya te bikin.

 

2. Şêwirdariya – online çawa dişixule?

  • Pêşkêşiya me bo te bêpere ye. Bi navekî ku tu hilbijêrê tê xwe qeyd bike û şifregotinekê (Passwort) ji xwe re li hev bînê. Da tu karibe her tim bikeve beltika postê (Postfach) a şexsê xwe. Neqilkirina agahiyan bi şîfrê çêdibe – ango şîfrekirî ye. Li ser xwestek û daxwaza te wê bi dizî xebat bê kirin. Em bi sirveşartinê ve girêdayî ne. Em ê di zûtirîn demê de bersiva te bidin. Em bersiva mailan bi erebî û albanî jî didin lê bersiv dibe hebkî dirêj bidome (ji ber divê bên wergerandin).

 

3. Kî dikare şêwirdariya – online bi kar bîne(bixwaze)?

  • Şêwirdariya – online di xizmeta hemû kesên, ku dixwazin derbarê mijara zewaca zorê de tiştina fêr bibin, de ye. Em ê piştgiriya keçik û jinên ciwan, ku bi zorê hatine zewicandin an jî di bin tehdîta zewaca zorê de ne, bikin û şêwirmendiyê pêk bînin. Bi xwezayî em ê şêwirmendiya xizm û kesên pêbawer yên keçikan û wilo jî alîkarên profesyonel (Pedagogên sosyal, dayîn, mamoste...ûhw), ku bi vê mijarê ve elaqadar û li şîretan digerin, bikin. Her wekî wê li ser pêdiwiyê em şêwirdariya xortan jî dikin û saziyên destdayî ji wan re peyde dikin.

 

4. Kî wê bersiva min bide?

  • Li ser agahiya te hevxebatkarek me a daîra şêwirdariyê wê bersiva te bide. Heke tu ji nû ve agahiyekê binivîse, bo lêguhdarbûnek şêxsî pêk bê, wê dîsa heman hevxebatkara me bersiva te bide. Li cem me tenê jin dixebitin. Em komek înterkulturel in û bi zimanên cur bi cur, tirkî û kurdî jî di nav de, şêwirmendiyê dikin. Bo piştgiriyê bidin keçik û jinên ciwan, ku di rewşek xeter û krîzê de ne, hemû şêwirdarên me xwedî gelek tecrûbeyên pîşeyî ne.

 

5. Şêwirdariya – online bi pera ye(ango bi heq e)?

  • Na, hem bikaranîna malperê û hem jî qeydkirina bo şêwirdariya – online belaş e. Tenê buhayê bikaranîna înternetê li ser te dimîne.

 

6. Temenê min ne tije ye û ez dixwazim şêwirdariya – online bi kar bînim. Mecbûr dê û bavê min bên agahdarkirin?

  • Na, heke temenê te ne tije be jî, wê dê û bavê te ji me tiştekî fêr nebin, ku tu şêwirdariya – online werdigre.

 

7. Gava temenê min ne tije be, dê û bavê min dikarin/destûra wan heye, ku bêyî daxwaza min, min bi mêrekî re bizewicînin?

  • NA! Ji bo zewacê temen tijebûn û dilxwaziya te şertên sereke ne. Zewacên, ku ne li cem şênîgehê(Standesamt) bên çêkirin, ne yasayî ne ( ango li gor zagonê ne derbasdar in).
zum Seitenanfang

 

 

Links / li NRW alîkarî

2. Heke nêzîkî cihê tu lê dimînê piştgirî û pêdiwiya te bi înformasyonên zêdetir hebe, li vir tu ye navnîşanên têkiliyê bibîne: li NRW alîkarî + links. An jî bi rê şêwirdariya- online serî li me bide.

zum Seitenanfang