Agahiyn/nformasiyonn ji bo kesn pispor pbawer

Türkisch Deutsch Albanisch Arabisch Englisch

 

Agahiyn li ser Swirmediya-Online (Online-Beratung)

Keçik û jinên ciwan wê ji bo parastina ji zewaca zorê alîkarî û agahiyan ji Şêwirmendiya-Online bistînin. Keçik dikarin bi rêya E-Mail, chatên kesî an jî komî di çarçoveyeke bistar de (SSL Verschlüsselung) serî li me bidin. Heke pêdiwî hebe, derfet heye, ku bi rêya telefonê an jî şexsî bişêwirin.

  • Em şîretkariya anonîm dikin. Ev tê wateya, ku keçik çi ji me re binivîse an jî bêje, emê di wê çarcovê de û veşartî tevbigerin. Wê tu kes fêr nebe, ku persona li alîkariye digere, bi me re ketiye têkiliyê. Bêyî riza û erêkirina kesa/kesê têkildar em tu biryara nadin.
  • Heke keçik/jinên ciwan zêdetir di rewşeke krîzwarî de pêdiwiya wan bi alîkariya konkret hebe, li ser daxwazê emê li cihê wan, şêwirmendiyê û bicihkirina bistar ji wan re peyda bikin.
  • Em alîgirê keçik û jinên ciwan in. Li cem me tenê jin dixebitin. Ji bo alîkariyê bi keçik û jinên ciwan re bikin, hemû şêwirmendên me xwedî gelek ezmûn in.
  • Em bi almanî, tirkî û kurdî diaxivin.
  • Bersivadayîna E-Mail an di nava 3 rojan de pêk tê.
  • Gava pêdiwî hebe, keçik û jinên ciwan dikar in E-Mailan bi erebî û albanî jî binivîsin. Bi xebatek hevbeş a bi xizmetkariya wergerê (Dolmetscherdienst) (bi star û anonîm) re dê li ser van E-Mail an bê şixulandin. Bersivdayîna van serlêdana di zûtirin demê de wê pek bê, lê hinek zeman ji wan re hewce ye.
  • Em ji xort û merên ciwan re, ku bi zewaca zorê tên tehdîtkirin, saziyên şêwirmendiyê yên destdayî peyda dikin.
  • Li ser cihê Şêwirmendiya-Online (Ondine-Beratungsstellen) em di dibistan û saziyên din de (mînak: Organîzasiyonên penaberan) ji bo keçikan civînên agahdariyê li dar dixin. Heke pêdiwiya we hebe serî li me bidin.

Li ser binbar (Träger): “Mädchenhaus Bielefeld e.V.” komelegeh ji bikaranîna giştî re vekirî ye û başkirina şertên jiyanê ji bo keçik û jinên ciwan ji hemû aliyên jin yanê ve, ji xwe re kiriye hedef. E komel, wek alîgira keçik û jinên ciwan ku di rewşeke xeter û krîzê de û binbara alîkariya ciwana ku teklifên alîkariyê dibe, pêz bet û hat naskirin. Di çar beşên Mädchenhaus Bielefeld e.V. de, keçikê bi çand civak û kultura xwe ji hev cûda-cuda, şêwirmendî, alîkarî, star û îmkanên bicihbûna demdirêj dibînin. Ev beş: Cihê şêwirmendiyê (Beratungştelle), Şêwirmendiya-Online ji bo stara ji zewaca zore (Online-Beratung zum Schutz vor Zwangsheirat), stargeh (Zufluchtstätte) û bicihbûna bi xwedîder ketin (Betreutes wohnen). (Agahiyn dn li ser komel: www.maedchenhaus-bielefeld.de)

zum Seitenanfang

 

 

Li ser Zewaca bi zor agahiyn gist

Zewaca bi zorê an jî zewaca organîzekirî?

Gava bûk an jî zava ji aliyê dê û bav an jî malbatê ve ji bo zewacê bên tehdîtkirin an jî li ser wan şidet bê bikaranîn, wî wextî zewaca bi zorê dibe mijara gotinê. Heke yek ji aliyan (bûk an zava) bi zewacê neqayîl be û bêyî raya wê/wî be an jî ji bo erêkirina zewacê xwe di bin zextê de his bike, ev dibe zewaca bi zorê..

Li aliyê din ve zewaca organîzekirî heye. Ev jî, ji aliyê dê û bav an jî nasan ve tê plankirin, lê bi qebûlî-erêkirina aliyan (jin û merê pêşerojê) tê çêkirin.

Sînorên zewaca bi zorê û zewaca organîzekirî guherbar in û nirxandinek ji derva de zehmet e û tenê bi analîzekirina elaqe û berjewendiyên hemû aliyan, mumkûn e. Ji kengî û pê de yek karê ji zewaca bi zorê biaxivê û çi wek zor tê fehmkirin, bi têgihîştina subjektîf a beşdaran ve girêdayî ye. Ya diyarker ev e, ku xort û keça ciwan xwedî şensekî rastîn bin, daku bêjin “na“. Di çêkirina zewacê de zora hatî bikaranîn û hatî dîtin rist/rolekî esasî pê re dileyîze (ango zor dihêle vî tiştî mecbûr çêbikin). Tiştê ku dê û bav wek zexta nerm (“ ya herî baş ji bo zarokê“) fêhm dikin, dibe ku ji aliyê keç an jî kur ve, di rewşeke derûnî a bistres de, wek zor an jî tehdîtê bê fahmkirin. Hin keçik hene qebûl dikin, ku dê û bavên wan ji wan re li mêrekî bigerin, lê gotina dawî a biryarê a wan e (a keçikê ye). Gelek caran zexteke wisa hişk tê bikaranînê, ku redkirin ji bo keçike encamen girîng bi xwe re tîne. Divê ew bitirsin, ku malbata xwe “winda“ bikin. Ji bo keçik zewacê erê bike, gelek caran bi rêya dê û bav û nasan, bi navgînên derûnî û zexta civakî, li ser navê namûsê heta bi tehdîta kuştinê û tehdîta di malê de hepiskirin û şideta derûnî, tê bikaranîn. Hin caran piştî zewaca çêbûyî jî zext dewam dike. Jin mecbûr in di mal de li hember xwestekên xwe û encamen pê ve giredayî (encamên zewaca bi zorê) bi sebir bin.

Bi hejmara zewaca bi zorê

Pispor hemfikir in, ku li Almanya û dewletên Ewrûpaya Navîn hejmara zewacên bi zorê, ji texmînên ku tên kirin gelekî zêdetir in. Lê heta niha tu hejmarên bibandor di derbarê zewaca zorê de tune ne. Tê texmîn kirin, ku hejmarên reş bilind in. Di çarçoveya lêkolînekê de, ku Wezarata ji bo malbat, Extiyar, Jin û Ciwanan di sala 2004´an de dabû çêkirin, 150 jinên bi eslê tirk di derbarê zewaca zorê de ev agahî dan:

  • - Nîvê jinên hatine pirsyarkirin dane zanîn, ku malbatê wan ji wan re li mêr geriyane
  • - Çaryekek ji van jinan gava hatine zewicandin kesekî fikre wan nepirsiye
  • - %17 ji jinan dane zanîn, ku zewac wek mecbûriyetê pêşwazî kirine

Pirsyariyên li Berlîn û Baden-Württemberg, ku li cem saziyên alîkariyê û yên dewletê hatine kirin, ev encam derxistine holê:

  • Li Berlin di sala 2002´an de behsa 230 têkiliyên, ku mijara wan zewaca zorê ye, tê kirin (Hejmar dibe ku duqat ji be)
  • Li Baden-Württemberg di navbera meha çile û a cotmeha 2005´an de 213 jin û du (2) mêran ji ber tehdîta zewaca zorê û a çêbûyî, serî li saziyen alîkarî û daîreyên şêwirdariyê dane, ku alîkariyê werbigrin (Hejmar dibe ku duqat jî be)
  • Kesên bi vê pirsgirêkê ve rû bi rû mane, ji ber sedemên cur bi cur kêm caran serî li daîreyên şêwirdariyê didin
  • Ji ber xwe di rewşeke neçar de dibînin, keç û jin pir curan di bin tehlûkaya xwekuştinê de ne
  • Saziyên qeyranê (wek malê keç û jinan) radighînin, ku her diçe keçik û jinên ciwan, yên xwe di bin zexta zewaca zorê de his dikin an jî bêyî dilê xwe hatin zewicandin, li alîkariyê û starê digerin

Nirxandinên me yên ji tecrübên salên dawî di derbarê zewaca zorê de derdixin holê, ku zêde î %50 jinên ciwan ê koçber, yên li cem mala keçikan a Bielefeld (Mädchenhaus Bielefeld e.V.) li şîret û bicihbûne geriyana, bi zewaca zorê hatine tehdîtkirin an jî bi zorê hatine zewicandin.

Xort an jî Mêrên Ciwan jî bi zorê hatine zewicandin?

Xort an jî mêrên ciwan jî dikarin rastî zewaca zorê bên. Bêhtir di malbatên tradîtsiyonî de ew bêyî daxwazan wan tên zewicandin, bo wan disîplînîze bikin û di nav çarçoveya çanda xwe de bihêlin. Bo wan encamê vî tiştî ewqasî ne dramtîk in wek yê keçikan, ji ber bo lawika bêhtir azadî li holê heye: Dikarin xwendina xwe a bo pîşe bidawî bikin û eş rastiyê de qada hereketkirine mezintir e. Ji encamên neqatîf ê zewaca zorê bêhtir jin nisîbê xwe digre. Rîzikoya, ku tune bên hesibandin, muamekeya ne baş bibînin û di warê cinsî e bên bikaranîn, bo wan bilind e.

Encamn Zewaca Zor

Zewaca zorê rewşa derûnî û tenduristiyê texrîb dike. Wek encamên zewaca zû û bi zorê gelek caran keçik neçar in dibistanê an jî xwendina pîşeyî di nivî de qut bikin û lewma jî bêpîşe dimînin û tên girêdan. Heke keçik an jî jinên ciwan, zewaca ji wan tê xwestin red bikin, wî wextî jî zextên malbata wan bixwe dikevin dewrê, ku li ser navê şerefê ji sixêfan heta tehdîta, ji lêdanê heta bi kuştinê diçin. Tê payîn, ku piştî dawetê, keçik an jî jina ciwan di gotina mêrê xwe û malbata wî de be û itîatî wan bike. Heke ew wek jina malê peywîrên xwe bicih neyne, ev yek di rewşên ekstrem de dikare rê li muameleyek nebaş a fizîkî û derûnî, wek lêdan, tehdît û tiştên wek wan, veke. Ji vê zêdetir dikare ji wê bê xwestin, ku di warê cinsî de di xizmeta mêr de be. Rîzîko ewqas mezin e, ku ew ji aliyê mêrê wê (ê ne bi dilê wê) ve di warê cinsî de bê bikaranîn û zext lê bê kirin. Ji bo keçik û jinên ciwan, tirsa dewamî a hember tecawûzê, encama herî xerab ya zewaca zorê ye.

Wek encamên zewaca bêdil nexweşînên derûnî yên wek depresyon, xwebirîndarkirin, xwekuştin û pîkosomatîka kronîk dikarin rû bidin.

Çima Keçik (Lawik) bêdil (bizorê) tên zewicandin?

Sedemên dê û bavên, ku zewaca bêdil pêktînin, piralî ne. Sedemek mumkûn ev e, ku zanibin keçik baş tê “guhdan“. Berjewendiyên madî yên dê û bav jî dikar e motîfek be, lewra belkî qelen/next bê dayîn. Jê zêdetir xwesteka gelek dê û bavên, ku keçik û lawikên wan li welatê rojava mezin bûne, bi reya zewaca bi kesekî/ke ji welatê wan re disîpînîze bikin û wegerînin nava sînorên çanda xwe. Heke keçik bo xwe planek jiyanê, ku li dij wêneyên kevnetorî be, pêş de bibe, wî wextî dibe ku dê û bav bixwazin wê bi rêya zewaca bêdil bînin ser “xeta rast“. Pê re têgînên zewacê, ku xwe dispêrin kevnetoren cur bi cur yên welat û malbatan, risteke girîng dilîzin; lewra zewaca bêdil bi giranî di nav sînorên malbatê de pêk tên (ev tê wateya zewaca keçap û kurapan, keçmet û kurmetan û hw.). Dê û bav xwedî hestê wisa ne, ku bandora xwe winda bikin û dixwazin bi reya zewaca lezgîn û neqandî keçikê bikin bin nîrê edet û kevnetorên xwe yên kevnar. Ev ji windabûna rûye xwe (şerefa malbatê) ditirsin, gava keçik bi xortekî re hevaltiyê çêbikê û keçkaniya xwe winda bike. Bi rêya zewacek lezgîn dê û bav ji aliyekî ve ji berpirsyariyê rizgar dikin û ji aliyê din ve jî têkiliyên desthilatdariya tradîtsiyonî tên şidandin.

Tevlî yên ku ev tişt bi serê wan de hatî, ku li Almanya dijîn û yên bo zewacek bêdil ji aliyê dê û bavên wan ve zext li wan tê kirin, sê awayên din yên zewaca zorê dikarin werin şopandin:

  • Keçik û jinên ciwan ji welatên wan tînin Almanya û tên zewicandin. Van keçikan(ku pir caran wek bûkên împort tên nîşandan) ji herêmên gundewarî û bi sozên jiyanek xweş û dahatûyek rind tînin Almanya. Li vir -li welatekî, ku ne kultura wî nas dike û ne zimanê wî baş dizane- ew xwe di nav malbata zavê de dîsa di nav hemû kar û barê hundirû de dibîne. Malbata wê a rastîn jê gelekî dûr e, ew bi taybetî di rewşeke gelekî zehîf de ye, ku şensê wê pir hindik e daku karibe xwe jê rizgar bike
  • Zewacên ku bi zextê malbatî li welatên wan tên çêkirin, dawetê wan wek „zewacê tatîlê“ tên nîşandan. Li vir keçikên, ku li Almanya mezin bûne û heval ji xwe re dîtine û ev yek ji aliyê dê û bav ve hatiye redkirin, mijara gotinê ne
  • „Zewacê rûniştinê(Aufenthaltsehen)“ bi armanca mêr/jina ku dizewicê destûra rûniştinê misoger bike, tên çêkirin

Sedemên li vir hatin danasîn şiroveyek kurt ji sedemên zewace zorê ne. Rewşa jiyana kesên, ku ev tişt bi serê wan de hatî, piralî û tevlîhev e û divê ev rewş di şêwirmendiyê de û gava alîkarî bi keçik û jinên ciwan re bê kirin, li ber çav bê girtin.

Zewaca zorê(bêdil) ne tiştekî olî ye

Di guftûgoyên alenî de hin meyl hene, ku zewaca zorê bi têkiliyên olî ve girêdidin. Sedema zewaca zorê di wateya rastîn de neolî ye, lê toreyên bav û kalan yên heta roja îro hatine, tradîtsiyon û erf û edet in. Zewaca zorê di tu olê mezin wek budîzm, xiristyanî, cihûtî, hiduîzm û îslamê de tune ye. Li aliyê din di van hemû olan de hin ayet û şîrove hene, ku dikarin şaş werin bikaranîn û bi vî awayî jî serdestiya mêr li ser jinê bê meşrûkirin. Ev şirove jî li ser hişmendiya berjewendiyên pederşahî tên kirin, daku mafê tayînkirina çarenûsa jinê bê bisînor kirin an jî bê înkar kirin.

zum Seitenanfang

 

 

Dtinn hiqq/dad

Bo rewşa keçik û jinên ciwan, ku qewmîn bi serê wan de hatî(bi zorê hatin zewicandin), dikaribe baş bê têgihiştin, naskirina zagonên di vî warî de dibe alîkar. Ev rûpel, ji aliyên cur bi cur yên huquqî ve, li ser hikmên qanûnî wê fikrekî bide we.

Bo agahiyên zêdetir ji kerema xwe re serî li şewirmendiya-online(Online-Beratung) bidin an jî bo vî karî herin cem parêzerekî/kê.

Huquqê Giştî ê Dewletan

Xala 16 beşa 2'ya a Danezana Mafên Mirovan a Giştî, a sala 1948'an tesbît dike, ku zewac tenê dikare li ser bingeha rizaya tam ya kesên dixwazin bizewicin, bê çêkirin.

Ji ber vê yekê zewaca bi zorê binpêkirina mafê mirovan e.

Huquqê Makezagonî

Mafê her kesî ê azadiya pêşdabirina kesayetiya wî heye, lê bi şertê ku mafê kesên din birîndar neke û qaîdeyên makezagonî û zagonên exlaqî binpê neke.

Azadiya şexs/person destnedanbar e/bêrî ye(tu kes nikare dest bidiyê)(Makezagon xal 2- GG).

Şerefa mirov destnedanbar e/bêrî ye(Makezagon xal 1-GG).

Hemû mirov li pêşber zagonê wekhev in. Mafe mêr û jinan wekhev in. Pêkanîna rastîn a wekheviya jin û mêran peywîra dewletê ye û bo berterefkirina zerarên ku derkevin holê bandora xwe bikar tîne(Makezagon xal 3- GG).

Lewma zewacek bi zorê ne li gor Makezagona Komara Almanya ye û herdo li hev nakin.

Huquqê Medenî

Di pêkanîna zewacekê de, bi hemwelatîbûnê ve negirêdayî, zagonên wî welatê, ku zewac lê çêdibe derbasdar in. Li gor zagona alman zewac peymanek huquqa malbatî ye, ku rizaya azad ya herdo aliyan(jin û mêr), şert dibîne(Zagona Medenî xal 1310-BGB).

Li gor Zagona Medenî xala 1303 beşa 1ê zewac berî tementijebûnê(berî 18 saliyê) nikare bê çêkirin. Heke yek ji aliyan temenbiçûk be, tenê dadgeha malbatan(Familiengericht) dikare şertê temen serbest berde, dê û bav nikarin biryara zewacê bidin(Zagona Medenî xal 1303 beş 2- BGB).

Heke zext û zor dikaribe bê îspatkirin, zewacek bi zorê, piştî çêkirina wê di maweya salekê de, li ser pêşkêşkirina daxwaznameyekê, bi rêya dadgehê dikare were betalkirin. Lê ku di ser zewacê re salek derbas bibe tenê hevberdan dibe mijara gotinê.

Huquqê Ceza

Li gor xala 240 beşa 4 benda 1 a zagona cezayê(StGB) gava kesek, bo bizewice zextê li kesekî din bike ev yek zorlêkirinek giran e. Li gor taybetmendiya bûyerê, sûcê tehdîtê(xala 241 a Zagona Ceza), birîndarkirin(xala 223 a Zagona Ceza), ji azadiyê mehrûmhiştin(xala 239 a Zagona Ceza) an jî eziyetkirina kesên dibin parastinê de(Schurzbefohlen)(xala 225 a Zagona Ceza) dikarin bikevin rojevê.

Huquqê Zarok û Ciwanan

Zarok, ciwan û ciwanên temendagirtî dikarin, wek kesên li alîkariyê digerin, serî li saziya ciwanan a heremî bidin. Ji bo ji karûbarê alîkariya ciwanan sûd werbigrin, zarok, ciwan û ciwanên tementije yên biyanî mecbûr in li Almanya xwedî rûniştinek fermî/qanûnî bin.

Heke ji sedema rewşa metirsînî û pirsgirêkê, şêwirdarî hewce be û sebebên şêwirdariyê ji aliyê dê û bav ve-tevlî ku bo wan hatibe ragihandin- ji holê ranebin, bêyî agahiya dê û bavan zarok û ciwan dikarin ji aliyê saziya ciwanan ve werin şîretkirin/şêwirmendî bo wan bê kirin(xala 8 beş 3 a Zagona Sosyalî(SGB)-Pirtûka heştemîn(VIII).

Gava zarok û ciwan sitarê daxwaz bikin an jî ji ber tehlûkeyek li ser rehetiya zarokê, bicihkirinek ewle pêwîst be, wî wextî saziya ciwana mecbûra bicihkirinek bi sitar e. Zarok û ciwan bêyî erêkirina dê û bavan dikarin ji aliyê saziya ciwanan ve bikevin bin sitarê. Heke parastin bi awakî din çênebe, ji bo demekê ew dikarin li ba kes û saziyên destdayî bên bicihkirin. Heke dê û bav li dij vê bicihkirina bi sitar derkevin, divê saziya ciwanan biryarek dadgehê ji xwe re bide wergirtin(xala 42 a Zagona Sosyal-SGB VIII). Gava nîşaneyên girîng bikevin destê saziya ciwanan, ku tehlûke li ser rehetiya zarokê an jî ciwan heye, bi rêya hevkariya xebatkarên vê beşê, rîzîkoya metirsînê dikare were texmînkirin. Pê ve girêdayî mirov dikarê kesên berpirsyar(Sorgeberechtigten) û zarok û ciwanan jî bigre nav vî karî, lê heke bi vê yekê parastina zarok an jî ciwan nekeve xeterê.

Heke saziya ciwanan çalak-kirina dadgeha malbatê (Familiengericht) pêwîst bibîne, dikare bang li dadgehê bike.Heman tişt, gava kesên berpirsyar (Sorgeberechtigten) û kesên ji xwedîkirinê berpirsyar (Erziehungsberechtigten) nikaribin û neamadebin, ku bandorê li ser texmînkirina metirsînê bikin jî, derbas dibe. Gava metirsîn/tehlûkeyek lezgîn hebe saziya ciwanan dikare li hêviya biryara dadgehê nesekine û wezîfa wê ye, ku zarok an jî yê ciwan bixe bin sitarê (xal 8a zagona Sasyal SGB VIII). Li gor rewşa şexsî a mirovên ciwan heger hewce be û hetanî hewce be, li ser daxwaznameya ciwanê tementije a bo alîkariyê, daku şexsiyeta xwe bi pêş bixe û xweser jiyana xwe bidomîne alîkarî pê re tê kirin. Li gor rêgezan tenê heta dawiya 21 saliyê alîkarî dikare were kirin. Di hin rewşên tekane de, ku bisedem in, alîkarî dikare bo demek bisînorkirî bê domandin (xal 41 zagona sosyal SGB VIII).

Gelek caran jinên ciwan ji dêvla cihên bo alîkariya ciwanan, li malên jinan (Frauenhäusern) tên bicihkirin. Gava xwestekên, ku ji jinên 18 heta 21 salî yên bo serbixwebûnê û bikêrîxwehatinê tên daxwazkirin, ku şertên bicihbûna li malên jinan e, neyên cih wî wextî dikare pirsgirêk derkevin.

Huquqa Biyaniyan

Ji ber zewacek bi zorê di rewşa rûniştina jin û mêr a li Almanya de tiştek otomatikî nayê guhertin. Gava du sal di ser zewacê re derbas bûbin û yek ji jin û mêr bixwaze weqete û jiyanek bi sere xwe bidomîne û sedemin dijwar bo veqetine hebin, rûniştin dikare berî hingî bê dirêjkirin (xal 31 zagona Mayînê Aufenth G).

Piştî xala 27 beşa 1a numroya 2 ya a Zagona Mayînê, ji aliyê Meclisa Almanya ve hezîrana 2007 hat derêxistin; ku zewac bi zorê hatiyê çêkirin, destûr nayê dayîn ku jin an mêr ji derve bên Almanya- bo bihevrebûna malbatê.

Çaxê keçik an jin derkevin dervî Almanya (bêyî îradawan jî be) û zêdeyî 6 mehan ji vî welatî dûr bimînin li gor zagonan rûniştina wan betal dibe (xal 51 beş 1 numro 6 a Zagona Mayînê- Aufenth G). Wê demê wisa tê hesabkirin, ku a biyanî ne bi sedemên demî derketiye derveyî Almanya. Li gor Zagona Mayînê xala 37´ an biyaniyên temenbiçûk, ku rûniştina wan a zagonî li Almanya hebe, bo vegera wan a Almanya mafek bo wan tê dayîn.

Zagona Parastina Ji Şidetê

Heke kesek mirovekî din, ji bedenê, ji tenduristiyê an jî azadiya wî/wê birîndar bike an jî pê tehdît bike, li gor zagona parastina ji şidetê, ku hewcedarî hebe dikare xizmeta parastinê bê wergirtin(xal 1 Zagona parastina ji şidetê-GewSchG.). Di rewşên ku zewaca zorê çêbûbe de an jî gava keçik an jin ji aliyê kesên derdora wê ve bê tehdîtkirin, ev zagon dikare bikeve dewrê û bê bikaranîn.

Însiyatifên Zagonî

Guherînên di Zagona Cezayî de: Meclîsa Almanya pêşniyazek zagonê anî parlamentoyê, ku tê de zewaca bi zorê wek sucekî serbixwe bê naskirin.

Guherînên di Zagona Medenî de: Jê zêdetir pêsniyaza zagonê guherînan di Zagona Medenî de jî dide pêş: Bo zewaca bi tehdîta dijzagonî hêsanî karibe bê betalkirin/rakirin, dema îtîraza bo betalkirina vê zewacê ji salekê bo sê sala hatiye dirêjkirin.

Di heman demê de, mafê nefeqa kesê/a zext lê hatî kirin, dê êdî ne bi wê yekê ve girêdayî be, bê ma tehdît ji aliyê mêr/jinê ve hatiyê kirin an jî heya wî/wê ji tehdîtê hebû an na.

Di dawiyê de, heke daxwaznameya betalkirina zewacê nehatibe pêşkêşkirin jî, gava jin an jî mêrê bi zorê hatî zewicandin bimirê, mafê yê/ya sax mayî li ser mîrasê tune ye.

zum Seitenanfang

 

 

Psniyazn helwestgirtin

Me ji tecrûbeyên xwe yên bi keçik û jinên ciwan re, ku bi zewaca zorê hatin tehdîtkirin, ji bo wan kesên di bin tehdîta zewaca zorê de, ji bo kesên pispor û personên alîkariyê (mînak, xaltîk, metik, dotmam, jinbir, jintî, mamosteyên pêbawer) me pêşniyazên çalakî û tevgerê formûle kirin. Em van înformasiyonan wek alîkariyekê, bo nîşandana rêyekê û dayîna agahiyan dibînin. Bi vî awayî bo keçik û jinên ciwan, ku dibin tehdîta zewaca zorê de ne, alîkarî bê kirin û alternatîf dikarin werin nîşandan.

Çîrokeke her keçikekê û rewşeke wê a şexsî heye

Di pêvajoyê alîkarî û şêwirmendiyê a ji bo tehdîta zewaca zorê de tiştê giring ev e, ku rewşa şexsî a keçik û jinên ciwan- yên ev tişt bi serê wan de hatî- cidî bê girtin û reaksiyonek hesas bê nîşandan. Jê zêdetir hewce ye bi sebir û zaneyî danûstandin pêk werin. Hay jê hebin, ku kiryarên bêwext û biryarên lezgîn dikarin rewşa keçikê xerabtir bikin.

Piranî pilanê zewacê tên ragihandin. Keçik berî biqewîmê nîşaneya werdigrin. Agahiyên mumkûn li ser zewaca zorê ev in:

  • Keçik bi tiştina dihese, ku di nêzîk de qewmînin nexweş dê rû bidin
  • Ji ber ew mezin bûyî ye, di jinewariyê de pêşketin pê re çêbûne, divê biterse û bo xwe fikaran bike, ku di nêz de bê zewicandin
  • Guhdarbûnek balkêş li ser wê xuya dike, xelatên taybet werdigre- mînak wek libasên nû û gustîlek
  • Pir mêvanên xerîb tên an jî ziyaretên sererast ji aliyê xizman ve pêk tên
  • Jiyana wê a rojanê tê bisînorkirin, mînak; nahêlin êdî here dibistanê
  • Ew tê tehdîtkirin û zext lê tên kirin
  • Metirsînek dîrek li pêşiyê ye, nîşanên şidetê li ser bedena wê hene

Li cem gelek keçikan zextek nenormal û tirseke mezin çêdibe. Gelek ji wan nikarin baweriyê bi kesekî bînin û alîkariyê werbigrin. Rast-texmînkirina rewşê gelekî girîng e. Heke keçikan an ji jinên ciwan rêyek bo kesekî pêbawer (ewle) yê saziyên alîkarî û parastinê dîtin, gerek danûstandinek biewle û zanistî çêbibe.

Di rewşeke wisa de hewceyiya keçikan û jinên ciwan bi kesekî bisebir heye, ku li wan guhdarî bike.

Rêgezên li jêr yê sohbete wê bibin alîkar û divê li ber çav bên girtin:

  • Divê hûn pêşî bo keçikê an ji jina ciwan sebir, weşartin û alîkariya misoger bikin
  • Di şêwirdariyê de lihevkirin û vekirîbûn tiştên girîng in û her gava bê avêtin divê bên axaftin
  • Bo qebûlkirina nirxên xwe zorê li keçik an jî jina ciwan mekin(ango zorê li keçikê mekin, ku fikrê we qebûl bike). Vekiri bêjin, ku tu biryar ji sêrê xwe nayên dayîn û hemû gavên bên avêtin wê bi wan re bên axaftin
  • Di rewşeke tehlûke de, ku tê de alîkarî ji we re hewce be, divê hûn bixwe alîkarî û şîreta ji şêwirdariya-online bo starê ji zewaca zorê werbigrin

Bi taybet hevdîtina bi malbat û nasan re bi pirsgirêk e. Heke keçikek nexwaze vegere nav malbata xwe, divê di gava yekem de li deverek bi ewle were bicihkirin. Diyaloga bi malbatê re û hevdîtinên navbeynkariyê ji vê demê û pê ve, di pileya duyem de ne. Keçik gelek caran ne hêviya wan heye û ne jî bawer dikin, ku di malbatê de tiştên bên guhertin. Ew ji dê û bav û nasên xwe bawer nakin û ji wan ditirsin. Van tirs û gumanên keçikan dive hûn pir cidî bigrin. Gelek keçik naxwazin, ku polîs tevlî karê wan bibin. Dema polîs xênî terk bike, tu parastin bo wan nikare bê kirin. Divê hûn xwe li dij qehr, zext û şideta malbatê ragirin. Di encama ziyaretiya daîreyên fermî, wek polîs, daîra ciwana û dibistanê de, ew bêhtir ji aliyê malbata xwe ve tê kontolkirin, nîqan dikin stuyê wê û xirecirek mezin li dora wê radikin(ango gava hîn keçik di nav malbata xwe de ev ziyaret pêk bên).

Navbeynkariyên bi „niyeta baş“ ku di navbera keçik û malbata wê de tên kirin bi xwe re encamên ku nayên ragirtin tînin, piştre eziyetek pirtir dikşînin. Lewma wek kesên pêbawer di gava pêşî de alîkarî û piştgiriyê werbigrin! Lihevkirina bi şêwirdariya – online a bo parastina ji zewaca zorê an jî daîra ciwana re hewce ye û alîkarîdar e.

Bo têkilî û danûstandina bi keçik û jinên ciwan re, ku dîrek û îndîrek rastî zewaca zorê hatine, em ji bo komen pîşeyî û personên piştgiriyê yên bi serê xwe, van informasiyon û rêgezên li jêr pêşniyaz dikin:

Mamoste û hevkarkerên karê ciwanan ê vekirî divê li ser şik û agahiyên zewaca zorê bi awakî nerm û rehet bi keçikê re biaxivin û baweriya wê bi xwe bînin. Gerek danûstandinek aqilane bi keçikê re bê kirin û li ser metodên konkret lihevkirin çêbibe. Sir(veşartîbûna wê) û îtimada keçikê biparêzin!

Gava hûn ji bo pêşketinên li ser mijarê, înformasyona bi personên di re(wek daîra ciwana û pisporan ûhw.) biaxivin agahiyên keçikê yên şexsî nebêjin. Malabata wê agahdar nekin lewre dibe – wek berê hatibû gotin- encamên xerab bo keçika rastî zewaca zorê hatî, bi xwe re bînê. Parastina keçikê berî her tiştî ye!

Derfetên çalakiyan yên daîra ciwana hemû derfet û îmkanên alîkarî û piştgiriya ji bo zarok û ciwanan yên zagonî di nav xwe de dihewîne. Divê, sohbetê şêwirdariyê yên bi keçikê re, bi kesên ku ew li wan ewle (mînak; hevkarkerên daîra şêwirdariyê, mamoste an jî hevalên wê) re, dest pê bikin. Heke dê û bavê keçikê xwe ji axaftinê re amade bidin xuyakirin, dikare ji wan re bê nîşandan, ku rewşa keçikê di xeterê de ye. Eger hewce be, personekî navbeynkar ji derdora çanda wê (buroya interkulturel, personên ji şaryariyê û nasên wê, ku piştgiriya keçikê bikin) dikarê di sohbeta bi dê û bavê wê re bê tevlîkirin.

Li vir hestyariyek taybet hewce ye: Divê biryara keçikê, ku naxwaze bi dê û bavê xwe têkiliyê deynê, bi ber çav bê girtin (mînak; di sohbetên navbeynkarî-ronîkirinê de).

Gava şêwirmendî tê kirin, divê bi keçikê re, li ser rewşa wê a nav malbatê bê axaftin. Gerek ji keçikê re derfetên cur bi cur bên nîşandan û têra wê zeman bê naskirin, ku li ser sedemên ji mal bazdayî ye bifikire û tefekûr bibe. Hewce ye pê re bê zelalkirin, bê wê çi bi qewimê, gava ew biryara şikandina têkiliyên bi malbatê re bidê. Piştî keçik ji mal baz bide, danîna têkliya bi malbatê re belkî dikare jiyana wê bike xeterê.

Gelek caran kesên rastî vî tiştî hatine dizanin, ku bi rengekî dizî bêyî têkilî bi malbatê re hebe dikarin jiyana xwe bidomînin. Pêwist e eşkere be, ku hevkarkerên daîra ciwana wê piştgiriya keçikê bikin û dixwazin û karin wê biparêzin. Her derfeta piştgiriyê divê bi keçikê re bê axaftin û biryar bê dayîn.

Heke bazarên bi malbata keçikê re bi ser neketin û keçik pê hesiya, ku zext û sidet ê berdewam be, li gor xala 42´an a Zagona Sosyal bi rêya daîra ciwana keçik dikare li starcihan, an jî demî li cem kesên destdayî an jî saziyan bê bicihkirin. Ev gav mecbûr bi keçikê re bê zelalkirin. Li vir a girîng ev e, bê ma cihê keçik lê bimînê çiqasî misoger û destdayî ye. Pir caran keçikên tementijî, ku di bin tehdîta zewaca zorê de ne, ji bo starê li malên jinan tên bicihkirin. Belkî bo keçek 18 an ji 20 salî ev mal ne destdayî bin, lewre dibe ku pêdivî û guhdarbûna keçikên wisa ciwan li vir tam pêk neyên û têr li wan neyê nêrin.

Mecbûr çareseriya herî baş a şexsî bo keçik an ji jina ciwan bê dîtin û bikaranîn. Mafê wê a jiyanek ew bineqîne a bê şîdet heye.

zum Seitenanfang

 

 

Links / li NRW alkar

Heke li cihê hûn lê dimînin alîkarî û înformasyonên zêdetir ji we re hewce bin, li vir hûn e lîsteyek navnîşanan a berfireh bibînin: Links + li NRW alkar. An jî bi rêya şêwirdariya-online serî li me bidin.

zum Seitenanfang