DTINN HIQQ/DAD

 

Bo rewşa keçik û jinên ciwan, ku qewmîn bi serê wan de hatî(bi zorê hatin zewicandin), dikaribe baş bê têgihiştin, naskirina zagonên di vî warî de dibe alîkar. Ev rûpel, ji aliyên cur bi cur yên huquqî ve, li ser hikmên qanûnî wê fikrekî bide we.

Meclisê, di 17. Adarê 2011 de Qanûnek deranî. (§237 StGB) Ev Qanün li hemberî Zewaca bi Zorê yi u ji nûha u pêve kesên ku bi Zorê Zewace bikin re Ceza teqebulkirinê.

Guhertinên ku çêbune bi teybetî jî di Qanûna „Îkametgaxe“ de hatî qebulkirinê.

Bo agahiyên zêdetir ji kerema xwe re serî li şewirmendiya-online(Online-Beratung) bidin an jî bo vî karî herin cem parêzerekî/kê.

 

 

HUQUQÊ GIŞTÎ Ê DEWLETAN

Xala 16 beşa 2'ya a Danezana Mafên Mirovan a Giştî, a sala 1948'an tesbît dike, ku zewac tenê dikare li ser bingeha rizaya tam ya kesên dixwazin bizewicin, bê çêkirin.

Ji ber vê yekê zewaca bi zorê binpêkirina mafê mirovan e.

HUQUQÊ MAKEZAGONÎ

Mafê her kesî ê azadiya pêşdabirina kesayetiya wî heye, lê bi şertê ku mafê kesên din birîndar neke û qaîdeyên makezagonî û zagonên exlaqî binpê neke.

Azadiya şexs/person destnedanbar e/bêrî ye(tu kes nikare dest bidiyê)(Makezagon xal 2- GG).

Şerefa mirov destnedanbar e/bêrî ye(Makezagon xal 1-GG).

Hemû mirov li pêşber zagonê wekhev in. Mafe mêr û jinan wekhev in. Pêkanîna rastîn a wekheviya jin û mêran peywîra dewletê ye û bo berterefkirina zerarên ku derkevin holê bandora xwe bikar tîne(Makezagon xal 3- GG).

Lewma zewacek bi zorê ne li gor Makezagona Komara Almanya ye û herdo li hev nakin.

HUQUQÊ MEDENÎ

Di pêkanîna zewacekê de, bi hemwelatîbûnê ve negirêdayî, zagonên wî welatê, ku zewac lê çêdibe derbasdar in. Li gor zagona alman zewac peymanek huquqa malbatî ye, ku rizaya azad ya herdo aliyan(jin û mêr), şert dibîne(Zagona Medenî xal 1310-BGB).

Li gor Zagona Medenî xala 1303 beşa 1ê zewac berî tementijebûnê(berî 18 saliyê) nikare bê çêkirin. Heke yek ji aliyan temenbiçûk be, tenê dadgeha malbatan(Familiengericht) dikare şertê temen serbest berde, dê û bav nikarin biryara zewacê bidin(Zagona Medenî xal 1303 beş 2- BGB).

Heke zext û zor dikaribe bê îspatkirin, zewacek bi zorê, piştî çêkirina wê di maweya salekê de, li ser pêşkêşkirina daxwaznameyekê, bi rêya dadgehê dikare were betalkirin. Lê ku di ser zewacê re salek derbas bibe tenê hevberdan dibe mijara gotinê.

HUQUQÊ CEZA

Li gor xala 240 beşa 4 benda 1 a zagona cezayê(StGB) gava kesek, bo bizewice zextê li kesekî din bike ev yek zorlêkirinek giran e. Li gor taybetmendiya bûyerê, sûcê tehdîtê(xala 241 a Zagona Ceza), birîndarkirin(xala 223 a Zagona Ceza), ji azadiyê mehrûmhiştin(xala 239 a Zagona Ceza) an jî eziyetkirina kesên dibin parastinê de(Schurzbefohlen)(xala 225 a Zagona Ceza) dikarin bikevin rojevê.

HUQUQÊ ZAROK Û CIWANAN

Zarok, ciwan û ciwanên temendagirtî dikarin, wek kesên li alîkariyê digerin, serî li saziya ciwanan a heremî bidin. Ji bo ji karûbarê alîkariya ciwanan sûd werbigrin, zarok, ciwan û ciwanên tementije yên biyanî mecbûr in li Almanya xwedî rûniştinek fermî/qanûnî bin.

Heke ji sedema rewşa metirsînî û pirsgirêkê, şêwirdarî hewce be û sebebên şêwirdariyê ji aliyê dê û bav ve-tevlî ku bo wan hatibe ragihandin- ji holê ranebin, bêyî agahiya dê û bavan zarok û ciwan dikarin ji aliyê saziya ciwanan ve werin şîretkirin/şêwirmendî bo wan bê kirin(xala 8 beş 3 a Zagona Sosyalî(SGB)-Pirtûka heştemîn(VIII).

Gava zarok û ciwan sitarê daxwaz bikin an jî ji ber tehlûkeyek li ser rehetiya zarokê, bicihkirinek ewle pêwîst be, wî wextî saziya ciwana mecbûra bicihkirinek bi sitar e. Zarok û ciwan bêyî erêkirina dê û bavan dikarin ji aliyê saziya ciwanan ve bikevin bin sitarê. Heke parastin bi awakî din çênebe, ji bo demekê ew dikarin li ba kes û saziyên destdayî bên bicihkirin. Heke dê û bav li dij vê bicihkirina bi sitar derkevin, divê saziya ciwanan biryarek dadgehê ji xwe re bide wergirtin(xala 42 a Zagona Sosyal-SGB VIII). Gava nîşaneyên girîng bikevin destê saziya ciwanan, ku tehlûke li ser rehetiya zarokê an jî ciwan heye, bi rêya hevkariya xebatkarên vê beşê, rîzîkoya metirsînê dikare were texmînkirin. Pê ve girêdayî mirov dikarê kesên berpirsyar(Sorgeberechtigten) û zarok û ciwanan jî bigre nav vî karî, lê heke bi vê yekê parastina zarok an jî ciwan nekeve xeterê.

Heke saziya ciwanan çalak-kirina dadgeha malbatê (Familiengericht) pêwîst bibîne, dikare bang li dadgehê bike.Heman tişt, gava kesên berpirsyar (Sorgeberechtigten) û kesên ji xwedîkirinê berpirsyar (Erziehungsberechtigten) nikaribin û neamadebin, ku bandorê li ser texmînkirina metirsînê bikin jî, derbas dibe. Gava metirsîn/tehlûkeyek lezgîn hebe saziya ciwanan dikare li hêviya biryara dadgehê nesekine û wezîfa wê ye, ku zarok an jî yê ciwan bixe bin sitarê (xal 8a zagona Sasyal SGB VIII). Li gor rewşa şexsî a mirovên ciwan heger hewce be û hetanî hewce be, li ser daxwaznameya ciwanê tementije a bo alîkariyê, daku şexsiyeta xwe bi pêş bixe û xweser jiyana xwe bidomîne alîkarî pê re tê kirin. Li gor rêgezan tenê heta dawiya 21 saliyê alîkarî dikare were kirin. Di hin rewşên tekane de, ku bisedem in, alîkarî dikare bo demek bisînorkirî bê domandin (xal 41 zagona sosyal SGB VIII).

Gelek caran jinên ciwan ji dêvla cihên bo alîkariya ciwanan, li malên jinan (Frauenhäusern) tên bicihkirin. Gava xwestekên, ku ji jinên 18 heta 21 salî yên bo serbixwebûnê û bikêrîxwehatinê tên daxwazkirin, ku şertên bicihbûna li malên jinan e, neyên cih wî wextî dikare pirsgirêk derkevin.

HUQUQA BIYANIYAN

Ji ber zewacek bi zorê di rewşa rûniştina jin û mêr a li Almanya de tiştek otomatikî nayê guhertin. Gava sê sal di ser zewacê re derbas bûbin û yek ji jin û mêr bixwaze weqete û jiyanek bi sere xwe bidomîne û sedemin dijwar bo veqetine hebin, rûniştin dikare berî hingî bê dirêjkirin (xal 31 zagona Mayînê Aufenth G).

Piştî xala 27 beşa 1a numroya 2 ya a Zagona Mayînê, ji aliyê Meclisa Almanya ve hezîrana 2007 hat derêxistin; ku zewac bi zorê hatiyê çêkirin, destûr nayê dayîn ku jin an mêr ji derve bên Almanya- bo bihevrebûna malbatê.

Biyanî ên ku Magdur u bi Zorê Zewac kirine u xwedî Nasnama Almanîne, gava ku ev kesana bixwazin ji nûve xwedî runiştina li Almanyabin di ve dive evana hindik Prensîb u Şertan bidin beçeva. Ji nûve serilêdan ji bona ku wegere divê 10 Sal temam bibe. Ji bona serî lêdanê u pêve di hundirê Sêmehade biqede.(§37 Abs. 2a Heqê runiştinê u §51,Abs.4 IkametG).

Li gor vê Qanûnê kesên ku bixwazin bi Zewacin divê dibê oturma wana bi indikayî ji Salekê hetanî sê Sal agere hebe.( 31 AufenthaltsG)(Qanüna rûniştinê). Li gor Zagona Mayînê xala 37´ an biyaniyên temenbiçûk, ku rûniştina wan a zagonî li Almanya hebe, bo vegera wan a Almanya mafek bo wan tê dayîn.

ZAGONA PARASTINA JI ŞIDETÊ

Heke kesek mirovekî din, ji bedenê, ji tenduristiyê an jî azadiya wî/wê birîndar bike an jî pê tehdît bike, li gor zagona parastina ji şidetê, ku hewcedarî hebe dikare xizmeta parastinê bê wergirtin(xal 1 Zagona parastina ji şidetê-GewSchG.). Di rewşên ku zewaca zorê çêbûbe de an jî gava keçik an jin ji aliyê kesên derdora wê ve bê tehdîtkirin, ev zagon dikare bikeve dewrê û bê bikaranîn.